En Eski Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min İletileri
En Eski Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min iletilerini, en eski Ne Şev Têra Xewnên Min Dike-Ne Roj Têra Xemên Min okur görüşlerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Ez dê Jîm
Bo salvegera şehîdên
Genosîda Enfalê.
Sê kurrên wê pêkve di çirkeyekê da şehîd bûn.
- Noke bo min
Çi tiştek ji mirinê aramtir heye?
Çi tiştek ji jiyanê bijantir heye?
Lê ez bimirim
Kî dê şîna we bigêre?
Ez bimirim
Kî dê bi bejn û bala we bibêje?
Ez bimirim
Kî dê rondikên kel,
Li ser kêliyên we birêje?
Ez dê jîm.
Dayika wan pê li dilê xwe kir û got.
Mueyed Teyib
Têrbûn
Ev sed sal in,
hûn têr nebûn ji xwîna Kurdan?
Mesûd Barzanî
Ne ez benî
Ne agir têr dibe ji daran
Ne derya ji çem û rûbaran
Ne dinya ji xwîna me û
Ne em ji azadiyê
Mueyed Teyib