Pêşengno! Lo Pêşengno! kitaplarını, Pêşengno! Lo Pêşengno! sözleri ve alıntılarını, Pêşengno! Lo Pêşengno! yazarlarını, Pêşengno! Lo Pêşengno! yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Vegere Ey Azadî, şer kuta bû, vegere,
Vegere ji wî, ji vir û pê de fireh bibe, nema bikeve gumanan,
bi awayekî biryardar cîhanê di ser hev re bike,
Vegere ji xakên berî dayî rabirdûyê, birhanên rabirdûyê
tomar dikin,
Vegere ji stranbêjên ku şikûdariyên rabirdûyê yên ku
kaş dibin distrênin,
Vegere ji kilamên cîhana derebegan, serkeftinên keyseran,
koledariyê û kastê,
Vegere cîhanê, serkeftinên ku hatine hilanîn û yên li rê
-dev ji wê cîhana berepaş berde,
Ji stranbêjên heya niha hatî re bihêle.
Rabirdûya ku kaş dibe bide wan,
Tiştê ku dimîne, ji bo te ji stranbêjan re dimîne
-şerên rojên paş ji bo te ne, (Binêr, şerên rabirdûyê
çawa di wexta xwe de hînî te bûn, şerên niha jî dê
hînî te bibin;)
Nexwe vegere, saw negire tu Ey Azadî
-vegerîne rûyê xwe yê nemir,
Li ciyê ku dahatů, ji rabirdûyê gişî gewretir,
Lezelez û teqez xwe amade dike ji te'r.
...
Tu, tu, Mirovê Tekûz,
Dadperwer, xwedî zerengî, bedew, diltêr û piyar,
Bi bedena xwe bêkêmasî, bi giyanê xwe balûpal,
Tu bibe Xwedayê min.
Lêlê Mirinê, (lewma Jiyanê dora xwe kir,)
Dergehvan û rêbera qesra esmanî,
Tu bibe Xwedawenda min.
...
...
Dayika ku di jiyana dêran de, di destên zarokên xwe de dinale,
can dikêşe, davêjin pişt guh, jar û neçar dimîne
dibînim,
Jina ku di destên mêrê xwe de dinale dibînim, jinxapînokė
bêbext ê jinên ciwan dibînim,
...
Xwedayo, kelimandina wê ramanê bide min,
Vê baweriya venemir, bi yekîtiya Xwe, bide ewî an jî
Ewa ku jê hez dikim, me ji çi bêpar bihêlî, me bêpar mehêle Ji baweriya di Zemên û Mekên de bi vîna te ve girêdayî.
Ji tenduristî, aştî û rizgariya gerdûnî.
Gelo ev yek xewn e?
Naxêr, nebûna wê xewn e,
Ku ew nebe, zanyarî û dewlemendiya jiyanê xewn e
Û cîhan giş xewn e.
Di çîçîka sibehê de mîna Adem,
Derkeve were ji çardaxê bi rûgeşiya xewê dayî te,
Li ciyê ku tê re dibûrim min bibîne, dengê min bike,
nêzîk bibe,
Min bipelîne, kefa destê xwe li ser bedena min bigerîne
her ku bibûrim,
Metirse ji bedena min.
Jinek li hêviya min e, her tiştî dihewîne, tiştek jê kêm nîne, Dîsa jî wê her tişt kêm bimaya, heke bihevşabûn kêm bibûya,
an jî şilayiya mêrê xurt kêm bibûya.
...