Tirk, hemû termên neyînî li kurdan bar dikin û kurdên ku êdî nema dikarin di bin vî barî de bimînin, xwe ji kurdayetiyê dişon û bi tirkan re xwewekdîtinê pêk tînin.
Ji bo endamekî ku bi malbatê ve hatiye girêdan, alîkariya malbatê ne ku tenê rê li ber başbûneke lezgîn digire bi ser halan de jî di hinek rewşan de dibe ku hin tiştan xirabtir bike.
Di civakên malbatnavendî de pêşketina nasnameya ne tenê bi pêwendiya pihêt a di navbeyna dê û zarokan de çêdibe, malbata nêzîk û fireh û civaka gundewarî li ser nasnameya takekesî xwedî bandoreke girîng a weke bûneweriyeke mezin e.