Qesra Balindeyên Xemgîn

Bextiyar Elî
Romana Bextiyar Elî, “ Qesra Balindeyên Xemgîn“ bi kurmancî derket. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Heta niha du romanên Bextiyar Elî, “Êvara Perwaneyê“ û “Apê Min Cemşîd xan ku her tim bê ew li ber xwe dibir“ bi kurmancî derketine û elaqeyek baş dîtine. Sewsen Fîkret, keçeke ciwan, bêyî ku çûbe derekê wir dizane, dinyayê ji kitêban dinase. Hemû jiyana xwe li kitêbxaneya bavê xwe derbas dike. Mensûr Esrîn, xwendekarekî gênc ê zanko, xortekî romantîk… Kameranê Selma, kêrkêşekî jîr, xortekî çavsor… Xalid Amûn, ji eşîrek mezin, tolazekî dewlemend… Mensûr, Kameran û Xalid, her sê jî aşiqê Sewsen in. Lê ji bo zewacê ji her sêyan re jî şertekî wê heye: gerek e biçin, 8 salan li dinyayê bigerin, teyr û balindeyên ku kêm tên dîtin bibînin û bînin. Ewê dawî qerara xwe bide, ji her sêyan yekî hilbijêre û pê re bizewice. Her sê aşiq jî soza xwe tînin cih, her yek bi sedan balindeyên rengîn û nenas re vedigere. Sewsen Fîkret, hemû balindeyan li malekê kom dike, navê mala wê dibe; Qesra Balindeyên Şîn. Lê ne ew kesên berî 8 salan e, ne şar eynî şar e… êdî sal di ser Enfalê re çûne, tu hebûna be’siyan li welêt nemaye, hêdî hêdî dengê şerê navxwo tê. Bi şerê “birakujiyê” re rengê qesrê diguhere, dibe; “Qesra Balindeyên Xemgîn”.
Author:
Bextiyar Elî
Bextiyar Elî
Estimated Reading Time: 11 hrs. 47 min.Page Number: 416Publication Date: May 2014Publisher: Avesta Basın Yayın
ISBN: 9786055279868Country: TürkiyeLanguage: KürtçeFormat: Karton kapak

Comments and Reviews

See All
416 syf.
10/10 puan verdi
·
Liked
di Qesra Balindeyên Xemgîn de Bextiyar Elî him qala şerê birakujiyê dike û him jî serboriya hersê dildarên Sewsen Fîkretê vedibêje. lehengên romanê Sewsen, Mensûr Esrîn, Kameranê Selma û Xalid Amûn in. ev hersê camêr jî ji sewsenê hez dikin lê Sewsen bêbiryar e, loma jî mercek dijwar datîne pêşiya wan ji bo zewacek bi yekî bi wan re. şert ev e: gerek li cîhanê û anîna curbicur balindeyên xerîb. û hersê dildar her yek ber bi derek dinyayê ve dest bi nêçîra balindeyan dikin. bixwînin!!! ku we xwend hunê bêjin xwedêkirî me xwend
Qesra Balindeyên Xemgîn
Qesra Balindeyên XemgînBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 201418 okunma
Reklam
416 syf.
10/10 puan verdi
Ev yekem pirtûka Bextiyar Elî bû ku min xwend. Min pirtûk gelek eciband û daxwaza xwendina pirtûkên din ên nivîskar li min peyda bû. Ez bi dilxweşî dikarim bibêjim ku min romakene gelek serkeftî xwend. Ya rast, dema ku min hinek nivîs li ser nivîskar dixwendin ku navê wî wekî ku "hêjayê Xelata Nobelê ye" derbas dibû, min bi gumaneke mezin meraq dikir gelo romana Bextiyar Eli bi rastî jî di wê astê de serkeftî ye yan na. Piştî xwendina vê pirtûkê ez bi hêsanî dikarim bibêjim Romana Bextiyar Elî di asta cîhanê de ye û ew bê guman hêjayê xelata nobelê ye. Hêvîdar im rojekê wê bigihêje her xelat û serkeftinan ku hunera wi ya bilind hejayê wan e. Ez naxwazim di derbarê naveroka romanê de tiştekî bibêjim. Lê nivîskar bi şêweya realîzma efsûnî dinivîsîne. Her ku dîroka siyasî û civakî ya başûrê Kurdistanê di plana paş de diherike di plana pêş de jî bûyerên efsûnî diqewimin. Mirov di nav herikîna çirokê de xwe wenda dike.
Qesra Balindeyên Xemgîn
Qesra Balindeyên XemgînBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 201418 okunma
100 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.