Ev yekem pirtûka Bextiyar Elî bû ku min xwend. Min pirtûk gelek eciband û daxwaza xwendina pirtûkên din ên nivîskar li min peyda bû. Ez bi dilxweşî dikarim bibêjim ku min romakene gelek serkeftî xwend. Ya rast, dema ku min hinek nivîs li ser nivîskar dixwendin ku navê wî wekî ku "hêjayê Xelata Nobelê ye" derbas dibû, min bi gumaneke mezin meraq dikir gelo romana Bextiyar Eli bi rastî jî di wê astê de serkeftî ye yan na. Piştî xwendina vê pirtûkê ez bi hêsanî dikarim bibêjim Romana Bextiyar Elî di asta cîhanê de ye û ew bê guman hêjayê xelata nobelê ye. Hêvîdar im rojekê wê bigihêje her xelat û serkeftinan ku hunera wi ya bilind hejayê wan e.
Ez naxwazim di derbarê naveroka romanê de tiştekî bibêjim. Lê nivîskar bi şêweya realîzma efsûnî dinivîsîne. Her ku dîroka siyasî û civakî ya başûrê Kurdistanê di plana paş de diherike di plana pêş de jî bûyerên efsûnî diqewimin. Mirov di nav herikîna çirokê de xwe wenda dike.