Ray Raman u Biranin

Fuad Onen

Ray Raman u Biranin Posts

You can find Ray Raman u Biranin books, Ray Raman u Biranin quotes and quotes, Ray Raman u Biranin authors, Ray Raman u Biranin reviews and reviews on 1000Kitap.
Em dikarin bibêjin ku gelek caran zindanên tirkan ji bo Kurdan bûne dibistan.
Sayfa 243 - Weşanên PêrîKitabı okudu
Bawer dikim ji sala 1925an pê ve ye ku di butçeya hikumete de her tim xalek heye ku her sal sed hezar koçber bînin û li Kurdîstanê bi cî bikin. Ji bo vê pereyek veqetandine û du-sê salan jî ev ceribandine. Lê yek; yên ku anîne wir, pirê wan nikaribûne li wir bihewiyan, dudu; li gelek cihan Kurdan ew qebûl nekirine û reaksiyon nîşan dane.  Ji ber wê ew koçberên ku hatine mecbûr mane ku bi şûn ve vegerin. Ez bawer dikim ku pişti sisê an çar salan, wan dev ji vê tetbîqatê berdane.
Sayfa 138 - Weşanên PêrîKitabı okudu
Reklam
Ermenên ku ber bi kuştinê ve diçin, ji Kurdan re wisa gotine: "Hek em şîv bin hûn jî paşîv in."
Sayfa 135 - Weşanên PêrîKitabı okudu
Di bin sîwana gotarên humanîter de siyaseta miletekî bindest naye meşandin. Bi sebeb ku ev sîwan menfeetên dewletan radigihîne, ev sîwan ji bo serdestan bi fêde ye. Ji bo bindestan sîwaneke wisa ne zelal tu fêdeyeke wê tuneye. Ji ber wê divê ku em di daxwazên xwe de jî û di druşmên xwe de ji hem zelal bin, hem eşkere bin û aştiyê nekîn fetîşekê (pûtekê).Ev fahmê têkçûyî ye ku navê dayikên şehîdan kirine dayikên aştîyê.
Sayfa 125 - Weşanên PêrîKitabı okudu
AŞTÎ
Mixabin van salên dawiyê li Kurdîstanê li paş bangên aştiyê şertên ku tu bikarî pê tetmîn bibe an qet nebe ku tu bikarî li ser niqaş bike, tunin. Tenê gotinek heye ku dibêjin bila dayik negirîn û em aş bibin. Ê, baş e bila dayik negrîn; Dewlet Bahçelî jî, Deniz Baykal jî, Tayib Erdogan û Îlker Başbûg jî dikare vê bibêjin. Gotina ku bila dayik negrîn' peyveke vala ye. Ji bo ku ev peyv tije bibe. divê ku tu bibêjî bila ev şertên han pêk werin da ku dayik negirin. Û ji bo ku dayik negrîn em van tiştan dixwazin. Hek tu van bi xetên qalin dest nîşan neke û tu banga aştiyê bike, ew tê wê wateya ku te mexlubiyet qebûl kiriye. U ew aştiya ku wê bi van şertan çêbibe aştiyeke emperyalist e, aştiya dagirkeran e. Tu jî xwe mexlub qebûl dike û beşdarî vê aştiyê dibî.
Sayfa 124 - Weşanên PêrîKitabı okudu
Bi gotina ku em birayên hev in, kes dev ji zilmê bernade. Bi gotina ku em birayên hev in, kes nayê desthilatdariya xwe bi te re parve nake. Ji ber wê di van salên dawiyê de di nav refên siyasî yên Kurdan de berfirehbûna vê slogane, îşareta têkveçûna fikirî ye di hindur siyaseta Kurdan de ye.
Sayfa 121 - Weşanên PêrîKitabı okudu
Reklam
30 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.