Di bin sîwana gotarên humanîter de siyaseta miletekî bindest naye meşandin. Bi sebeb ku ev sîwan menfeetên dewletan radigihîne, ev sîwan ji bo serdestan bi fêde ye. Ji bo bindestan sîwaneke wisa ne zelal tu fêdeyeke wê tuneye. Ji ber wê divê ku em di daxwazên xwe de jî û di druşmên xwe de ji hem zelal bin, hem eşkere bin û aştiyê nekîn fetîşekê (pûtekê).Ev fahmê têkçûyî ye ku navê dayikên şehîdan kirine dayikên aştîyê.