Nuristan

Ronoya

Ehmed Huseynî

Oldest Ronoya Quotes

You can find Oldest Ronoya quotes, oldest Ronoya book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
... Îroja min a ji xwelîyê ji bîra xwe bibe da ku tu zanibî ku ji te hez dikim û ji sawa te dest bi kuştina helbestê dikim... Min pê keziyên xwe zeft bike da ku ji çerxa xwe dernekevim û ji çermê xwe nerevim. Vê qerdûnê weke porteqala ku tu jê hez dikî zeft bike da ku ji çerxa te dernekeve. Dilê min weke Hizêrana pirse zeft bike da ku ji çerxa min a bê armanç dernekeve.. ...
... Tu kalana dilê min î,ez dê çawa şerê payîzan bikim. Tu deryaçeya giyanê min î,ez dê çawa pêşwazîya keştîyên xewnê bikim. Tu gustîlka hebûna min î,ez dê çawa xwe hînî dudiliya jinan û hînî evînbazîya dîroka talan û kavilan bikim. A niha stêrkên te bi ser dilê min de dirijin, A niha awirên te şevê diqelêşin û bendemana min dikujin, A niha erd û ezman bi ser poşmanîya min de dihejin, A niha bazên te gulava êvarên min dimijin, A niha di hinavên te de, di gav û qulavên te de ji dayîka xwe çêdibim. Birûskan di lêvên te de vedida û ez jî ji tirsa gotinan dilerizîm. ...
Reklam
Tu li wir î,weke nexşeyeke eşqê,di eşqa xwe de bi girr î. Ez li vir I'm,yek im ,di éşê de pirr im. ...
... Xwîna min ji nav destên xwe rizgar bike û bagerên min ên windayî li min vegerîne. ...
... Dilê xwe di rûyê min de negire min binefşa xewnê ji te re anîye. Gewrîya xwe di rûyê min de negire min gulgenima bîranînê ji te re anîye. Singa xwe di rûyê min de negire min baskê berbangê ji te re anîye. Laşê xwe di rûyê min de negire min helbesteke germ û dilekî germ û welatekî germ ji te re anîye. Ji gûnehbariya te derdikevim.. Weke pêxemberekî sûcdar derbasî dojehên bendemana te dibim. ...
... Min nod û neh navên te ,li ser çermê berfê, di ferhenga seqemê de dinejinandin, Min nod û neh birînên te ji xwe re weke bazbendekê, di henaseya xwe de dihêwirandin. Û dixwest ku tu ji bakurên xewnên min bawer biki, Min dixwest ku tu bi tenê jî leylan û ji sîbera qebqeba min hez bikî, Min dixwest ku tu min bê wate,bê armanç,bê ango,bê dudilî,bê dem,bê welat û bê evîn nehêlî, Min dixwest ku tu bi tenê weke şervanekê tê bikoşî ,da tu min û helbestê li ser kevîyên mirinê bi tenê bihêlî! ...
Reklam
12 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.