Diwan 10

Şerefnameya Menzûm

Cegerxwîn

Şerefnameya Menzûm Quotes

You can find Şerefnameya Menzûm quotes, Şerefnameya Menzûm book quotes, the most impressive sentences and paragraphs on 1000Kitap.
Dikim feryad û ah û qir û zarî Di çavan av nemaye xwîn dibarî
Avesta
Beg û axa û mîr û şah û paşa Bi carek ketne rengê gornebaşa
Avesta
Reklam
Erê jin kêmtir in her dem ji mêran Keçê tu çêtir î îro ji şêran"
Bedir rabe emîrê textê Botan Bike qêrîn li kal û mêr û xortan Hemî rabin bidin gurz û bidin dar Li her alî berê xwe bidne neyar Were ey kek Muhemed xweş ciwanî Li ser me bûne paşa Tirkumani Heçî kurd in hemî îro xizan in Hemî mêr in belê çibkim nezan in Şeref rabe cîhan bigre bi carek Di nav kurdan, mehêle hîç neyarek Bidin yekdest, digel dijmin bikin ceng Bi yekqir û bi yekzar û bi yekdeng
Sayfa 38 - Avesta Yay.Kitabı okudu
Hemi îro kulîlk û bax û bistan Belê çibkim li van bûyê zivistan.
Were êdî bes e rabe tu Ferhad Li Kurdistanê qîr û deng û feryad Bi tîrê zerveşan û şûrê devtûj Bikuj dijmin bikutî gurzê dilsûj
avesta r.14Kitabı okudu
Reklam
Şerefxan beg te tarîxa me çêkir Zimanê van neyaran zû te jêkir Digotin hiç ji kurdan ranebûn jîr Ne paşa û ne şah û begler û mîr.
avesta r.100Kitabı okudu
Ne tac maye ne bext û leşker û kom Erê kurdên welê bûne hemî rom
Dikim feryad û ah û qir û zarî Di çavan av nemaye xwîn dibarî
36 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.