ez bajarekî seranser di şînê de bûm
tu mina seyareyeke dawete
ya tije berbûrî
di destên wan de desmal û temezî
di hundirê min de
bi tililiyan derbas bûyî
û çûyî
te hemû rengên temezîyan
û dengê tilîliyên berbûrîyan
bi xwe re bir
niha bêdeng û bêreng
mîna gorreke tikûtenê, ya li serê latekî dipîdûr im.