34 kezi kurr bun îro
ketin axa sar
34 şe şikestin
di porrê kezîkuran de
34 sal ji emir çû
beri ku bibe 18
ji bo barê debarê
çar odeyên dil perçe perçe.
pelên darê û pêlên behrê
bi bayê cih diguherînin
nehwirina bayê
strana welatekî wenda,
dike kerîneka guhan
pel û pêl senfoniya azadiyê distrên
ji dûûûr ve tê
dengê xwişîna wan
dizanim
wê rojek nêz bibe
dil bi ser hisan ketiye
wê çav jî bibînin
dizanim welato dizanim.