Şevnameya Şa'îrêkî Têhnî sözleri ve alıntılarını, Şevnameya Şa'îrêkî Têhnî kitap alıntılarını, Şevnameya Şa'îrêkî Têhnî en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Zarokno
Di agirdana çavên we de
Ez li benda Zerdeştek im,
Da ku bê û cihê wan pûtan bileqîne.
Ez li benda
Çirûska Avestayek im,
Da ku bê û cergê tarîtiyê biqelişîne!
Berî ez bêm pêşberî te
Kîjan hizrê xweşik, livdar e,
Kîjan malika helbestê pir bi kar e,
Wek temorîkên te şeh dikim
Di maweya çavgirtinekê de
Hezar û yek xewnên şîrîn
Min dikin Mem, te dikin Zîn.
Xwedaya xewê!
Va du sal in nimêj dikim,
Hawar dikim,
Çok dişkînim ber piyên te,
Da ku kêlyek bîr û hişêm ji kar bixî,
Aram bibim, meşkol bigrim, bêjim oxeyş!
Di bendîxana tarî û zilûmat
Guh tijî dengê kelepçeya zend
Tijî kurahiya dil,
Pir germ û bi kel,
Ger bêm darizandin jîaf
Besteya rizgariyê
Her dibêjim li dijî zordariyêl