Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Stranên Sor Niviştên Mor

Rênas Jiyan

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Me ji bo şîrê welatan, ji bo hingivê dîrokan serî hilda... Me ji bo sarincan, ji bo ekla xunavan serî hilda... Me ji bo kulavê şivanan, ji bo şîlanê berbangan serî hilda... Me ji bo şîva gêrîkan, ji bo şerefa keviran serî hilda...
"Ez agir berdim bêndera kîjan berfê, Yadê!? Ez bi devên kîjan felekê de birîm, Yadê?! Ez mîneta kîjan xwedayî deynim derê hanê?! Ez bi kîjan çolê kevim, Yadê?! Ez bi kîjan kevirî vê çîpê bieciqînim û bikim goştê ecînê?! Ax yadê, çima ez jî wek herkesî nikarim bimeşim, yadê?! Çima teyrê tawis qop ma yadê?!" Ca min bi min re digrî û dibêje: 'Dibe ku teyrê tawis qop mabe lê dîsa jî ji her tiştî û her kesî hezar carî xweşiktire'..
Reklam
"Ez digirîm. Ca min destê xwe di serê min dide. Gava ca min destê xwe di serê min dide, wek bihar hatibe serê min kulîlk dibişkuve. Ez digirîm. Bîna biharê tê ji bîra min. Min daye dû ca xwe û min jî wek wê dawa xwe hilkirîye, kêrên me di destê me de, em li çolê li tolik û strîzerkê digerin. Ez digirîm. Ca min qîvarekî diqeşêre û dide min. Ez BAZ DIDIM, derim ji bin keviran kurmikekî rengîn î biçûçik jê re tînim û bera kefa destê wê didim. Ez digirîm. Şekirok û xalxalok li dû min dimînin. Dawa me mişt giya û pincar em ji çolê vedigerin. Ez digirîm şolikên ku min ji çolê anîne, ez baqekî... bi bizinan didim xwarin. Bizin tilîyê min di devê xwe şil dikin. Ez digirîm: 'Yadê çima bihar nayê!?'..."
Êş ê bêhempa ye KURDISTAN
Ey Kurdistan Ey kew Ka bêje çawa diherrime xew? Kengî ji bo azadiyê xwîn dibe dew? Bes tu megirî hew Bijî bedew bedew Ji te re her der bela ye lew Were bilûse li ser gurzê Kawayê qelew
Ez her tim xew de pinpinîkan dibînim ku baskên wan hatine rakirin. Li ser dar û kulîlkan digrîn. Lê ev pinpinîk ne bi tenê ji bo ku baskên wan tune ne û nikarin bifirin, digirîn; Ji ber kû bê bask pir nexweşik in û dişibin kêzikan, digirîn..
Çer ku çav li min dikeve çeng dibe ser xwe, tê pêşîya min, dibêjê: 'Mûsa, Mûsa, îşale tu vê carê destvala nehatibî!? Ka te jîyana min anî, yan na!? Gava dengê qîzikê tê min ez terki dînya dibim. Ez dibim teyr. Ez direvim têm xwelîya koxika mala xwe li serê xwe dikim. "Min ji bajarekî hezkir bu dojeh, min ji keçikekê hezkir bû şivana agir.
Reklam
Newala Qesaban
Rojekê, kûçikek çengê mirovekî di devê wî de, tê heta nav sûka Sêrtê. Sêrt wê rojê fam dike ku sinc, mirovahî, cîrantî, biratî giş bûne kûçik. Rojekê, kûçikek zilm, çavsorî, hêsîrtî, sitemkarî di devê wî de, tê heta nav sûka Sêrtê. Sêrt wê rojê fam dike ku dinya, medeniyet, wekhevî, dadmendî giş bûne kûçik. Wî kûçikî ew çeng ji Newala Qesaban aniye. Newala Qesaban hinekî ji bajêr wirde ciyê sergoyekî giştî ye. Dewlet şervan û rewşenbîrên ku dikuje tê ji jor de ji helikopterê davêje vê newalê. Bi dû re qemyonên sergo tên gemara bajêr bi ser wan cendekan de vala dikin û rûyê zilmê vedişêrin. Zalim bi sergo rûyê xwe makyaj dikin.
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.