Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Gönderi Oluştur

Stranên Sor Niviştên Mor

Rênas Jiyan

Stranên Sor Niviştên Mor Yorumları ve İncelemeleri

Stranên Sor Niviştên Mor yorumları ve incelemelerini, Stranên Sor Niviştên Mor kitabı hakkındaki okur görüşlerini , Stranên Sor Niviştên Mor puanlarını 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.

Puan

9.610 üzerinden
20 Kişi · 3 İnceleme
220 syf.
·
Puan vermedi
·
11 günde okudu
Stranên Sor Niviştên Mor
Ez bi çi gotinê dest pê bikim nizanim. Rênas Jîyan nanivîse, hemû hestên xwe bera hundirê pênûsê dide, wê bi girî dikuje û rondikên wê bera ser kaxizê dide û dibe berhemek bêhempa. Di pirtûkê behsa çîroka Şemsa, Mûsa, Bêrîvan û Rê Welat dibe. Çar kesên ku jiyana wan tenê di rêyekê de bi pev ketî. Ev rêya êş e. Belê her kesan xwe êşek heye. Êşa Şemsa qedera wê ya reş e ku çûna ser hewiyê û destberdana hezkiriyê wê ye. Êşa Mûsa hîn ji zaroktiya wî de bi wî re ye û bi hevre mezin bûne. Navê wê êşê mirin e. Mirinek ku dê bav gund û jiyan li ber çavê wî reş kiriye. Êşa Bêrîvan û êşa hinek Kurdên me yek in. Dilbijandina miletekî din ango dijmin. Bêrîvan li zanîngehê çav bi hevalê tirk dikeve û dibe dijminê nav, ziman, çand û heta bavê xwe. Lê Bêrîvan bi çend bûyerên diqewime wateya hebûn û jiyana xwe fam dike. Li navê xwe zimanê xwe ya taybet li rastiya xwe vedigere. Êşa Rê Welat.. Êşa herî qedirbilind. Êşa diya wî ango welatê wî Kurdistan. Rê evîndarê axa xwe ye, dildarê miletê xwe ye. Di pirtûkê de rojnivîska Rê bi cîh girtiye. Wexta behsa evîna xwe ya welat dike mirov ji ber hebûna xwe ya vê jiyana rehet fedî dike. Ez hêvî dikim ku rojekê ew kurdên me yî aqil ji xwe berdayî û dilê xwe dibijînin ziman û çanda dijmin rojêkê wek Bêrîvan li rastiya xwe bihesin, li xwe vegerin û wekî Rê dilê xwe bi evîna welatê xwe şa bikin. Berî ku ez nivîsa xwe bi dawî bikim dixwazim cîh bidim gotineke bavê Bêrîvan, Xelef Xoce: "Keçê girtinek çiye, tirbek çiye? Em ê mirin û jiyanê bikin bira em ê dinyayê bikin çira!"
Stranên Sor Niviştên Mor
Stranên Sor Niviştên MorRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201840 okunma
220 syf.
10/10 puan verdi
·
4 günde okudu
220
Ax ez ji kû despê bikim ..Mi zaroktîya xwe li we pirtûk dît ...Ez jî nuha pê de ez li kîdere welat xwe derbas biwim gerek ez wek mirovekî bê dejmêj pêl erde nake ez jî were li qîymete we axe zanibim û ser derbas biwim./Em mirov pir kemin ezbenî mere hîn sere tiştekî digre mere divê keyn we tim vere xelas biwe...Em tim xwe re u ba bigrin û doza wan ala wan em tim bilind bike Jî keda Berîvan li erde neri û eme sund bîxwe li Ser Rîya Azadîye ...
Stranên Sor Niviştên Mor
Stranên Sor Niviştên MorRênas Jiyan · Belkî Yayınları · 201840 okunma