Tûtina Bavê Min

Hamit Baydu

Tûtina Bavê Min Hakkında

Tûtina Bavê Min konusu, istatistikler, fiyatları ve daha fazlası burada.
7/10
1 Kişi
4
Okunma
1
Beğeni
168
Görüntülenme

Hakkında

... Di binê me de malek vala bûbû. Pîqabek hat li ber bînayê sekinî. Zilamekî dirêj î bi simbêl, du kurikên biçûk, Cibo û dêya wî jê daketin. Çend parçe eşya di paş erebeyê de bûn. Daxistin, avêtin malê. Ez bi Cibo re peyivîm. Bi qasî min bû. “… Zaza…” digot. Wî Kurmancî fam nedikir, min jî Zazakî. Pê re erebokeke fêkîyan kirî bavê wî. Yeka sêteker. Hîn ter bû textên wê, bêhna daran jê dihat. Sebze û mêwe difirot, kuçe bi kuçe. Êvaran, erebok bi caxên paceya malê ve qufle dikir. Şevekê ereboka wan dizîn. “… dizek, sûtalên bajêr in… fêhlên wan…” digot bavê wî. Li du-sê heban xist. Dev û pozê wan di xwînê de hişt. Çend rojan li dû ereboka xwe gerîya, nedît. Dev jê berda. Bavê min jê re qala Çarşîya Hemalan kir. Êdî bi hev du re diçûn Xaçerêka Baxlera, li qehwexaneya hemalan rûdiniştin...
Tahmini Okuma Süresi: 2 sa. 16 dk.Sayfa Sayısı: 80Yayınevi: Lis Yayınevi
ISBN: 9786257724159Ülke: TürkiyeDil: Kürtçe
Reklam

Yazar Hakkında

Hamit Baydu
Hamit BayduYazar · 0 kitap
Hamit Baydu. Di sala 1980'yî de li Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Li Zanîngeha Dîcleyê Fakulteya Perwerdehiyê xelas kir. Di 2012'an de li Akademiya Cegerxwîn beşa muzîkê xelas kir. Bi çîrokek xwe tev li kitêba kolektif a 'Hayal Gücünün Lezzetleri' bû. Di sala 2017'an, di pêşbaziya çîrokan a Abdullah Duran de bi çîroka "Lîstika Mêşan", bû 2'yemîn. Di sala 2019'an de jî di pêşbaziya Şerzan Kurt de bi çîroka "Pisîka Bakurî" xelata 1'emîniyê wergirt. "Tûtina Bavê Min" pirtûka nivîskar a ewil e.