Te dît, tu jî dibêjî "Zarok helbet wê bimrin." Ma ji ku wiha ye Biro! Ez pênc salan di nav mala Beg da mam, min nedît ne zarokekî wan, ne yekî begên cîranê wan mirin. Em gişk, ji birçîtiyê, ji tazîtiyê, ji lewtê, ji serma û feqîrî û nezanatiyê dimrin.