We'de Pencere - Mitale

Mîkaêlê Reşîd

We'de Pencere - Mitale Gönderileri

We'de Pencere - Mitale kitaplarını, We'de Pencere - Mitale sözleri ve alıntılarını, We'de Pencere - Mitale yazarlarını, We'de Pencere - Mitale yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Tamarê minda Roye dikişe Û bada nîne, Wekî rengê sor, Rengê xûna min Rengekî germe. Tamarê minda Emir dikişe. Ez zanim, zanim, Çima pêşîê min Ro hebandine, Çima dayka min, Wexta sond dixwe, Navê şems dide, Û çima, wexta Ji me dipirsin, Wekî em kêne, Em cabê didin: - Ewladê şemsin.
Eva du roje ezman digirî. Eva du roje Roja havînê melûl û sare, Jêr şîn, jor gewre, Eva du roje serê min şile, Eva du roje dilî ne dile, Eva du roje, ku hevalê min Dibê:- Birînê min dîsa dêşin, Ku ji şêr’ mane. Eva sî sale, Birînê wîda hela hê şer’e.
Reklam
Hîv birîndare, Alîk birîne. Her alîk maye. Xwe avît avê, Xwest bixeniqe, Lê qe nikare. Hîva birîndar. Îşev ser avê Lal diperite.
Her pencerek We’de xweda xewra diçe, Her pencerek We’de xweda hişyar dibe, Lê pencera dayka reben, Ku tek kurekî wê hebû, Lê ew jî çû şêr’da canda, Gelek şeva qe ranazê.
Roj dirêj dibin, Rast e bi deqa, lê dirêj dibin. Û ev zivistan û ev berfa çîya Ev bûza şimşat, ku gol kirye dîl, Ser lêvê xwe, ku ii sermê şîn in, Bîna biharê bona min tînin, Çimkî şevê sar, rast e bi deqa Îdî kin dibin, Roj dirêj dibin. Te'vê can, te'vê, Zûtirê emê Bag û bagçada Çol û bestada Mînanî berê hevra bin, şa bin, Binhêrin çawa kulîlk vedibin. Û tê sura xwe mîna par, pêrat Ber min ha vekî, ez jî çawa zar Zende bimînim ber ecêbê te, Lê berî gişka, hema serî da, Ez ê hêdîka, ku tu kes nebhê, Bi dil-can bêjim: -Bîra te kirye, te'vê can, te'vê. Çi baş e, wekî roj dirêj dibin.
Tu destpê dikî şêrê dinivîsî, Hezar dinya tê dikeve nav dil, Hezar birûskin mejyê teda. Tu diçerçirî, tu diperitî, Lê tu nizanî - Kîderê, çiçax û çi teherî Tê vê şêra xwe ta’mkî, xilazkî. Usa jî emin - Benî ademin, Tucar nizanin - Kîderê, çiçax û çi teherî Rênga emirê xwe emê xilazkin.
Reklam
15 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.