We'de Pencere - Mitale

Mîkaêlê Reşîd

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Hîv birîndare, Alîk birîne. Her alîk maye. Xwe avît avê, Xwest bixeniqe, Lê qe nikare. Hîva birîndar. Îşev ser avê Lal diperite.
Dilêm wire, li wan ç’ya, Li wan cya, Kîderê ku zeng û zinar Bona kurda bûne sitar, Kîderê çem dikewgirîn, Wexta dişon hezar birîn, Birînê wan lawê efat, Ku hiştine mal û xebat,
Reklam
Tu destpê dikî şêrê dinivîsî, Hezar dinya tê dikeve nav dil, Hezar birûskin mejyê teda. Tu diçerçirî, tu diperitî, Lê tu nizanî - Kîderê, çiçax û çi teherî Tê vê şêra xwe ta’mkî, xilazkî. Usa jî emin - Benî ademin, Tucar nizanin - Kîderê, çiçax û çi teherî Rênga emirê xwe emê xilazkin.
Ez destê xwe didim Ser bedena darê, Û destê min hêdî Ricafa wê dibhê. Û dar dijî, dijî Ne ku tenê boy xwe, Lê bona min, boy te Û bona wî dijî. Ba belgê darêda Xwera nerm distirê, Kilama wê xweşe, Ça berbanga sibê. Û dinê bona min Dîsa xweşe, teze Çawa teze bû, ew, Wexta ku zar bûm ez. Dar bi ricafa xwe Bin destê min vira Kilama zarotya Merivaê distire.
Tamarê minda Roye dikişe Û bada nîne, Wekî rengê sor, Rengê xûna min Rengekî germe. Tamarê minda Emir dikişe. Ez zanim, zanim, Çima pêşîê min Ro hebandine, Çima dayka min, Wexta sond dixwe, Navê şems dide, Û çima, wexta Ji me dipirsin, Wekî em kêne, Em cabê didin: - Ewladê şemsin.
Her pencerek We’de xweda xewra diçe, Her pencerek We’de xweda hişyar dibe, Lê pencera dayka reben, Ku tek kurekî wê hebû, Lê ew jî çû şêr’da canda, Gelek şeva qe ranazê.
Reklam
Daê, niha kê wê minra bêje: - Lao, Û pey mirina tera zarotya min jî mir. Merîê başqe- başqe wê navê min hildin, Zarê mine bêxem minra bêjin:- Bavo. Û gotinê wanda dibe ku ez bibhêm Huba temiz, mezin, hisreta dilê wan. Her kesîra nîne, ku navê wan dibên Usa bi dil û can. Lê tu kes mîna te îdî nabê: - Lao, Çimkî wexta xatirê xwe te ji emir xwest, Te bê vegerandin zarotya min jî bir.
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.