Ez neviyê xemê me
Diya min ax e
Bavê min ba
Her,xurbetê raçand
Tevna çîroka 'emrê min
Ji ber vê ye
Piştkul im ji avê
Dilgiran im ji baranê
Ji ber wê ye
Nefret dikim
Ji sînoran!
Her ku qulingekê bibînim bi refê xwe re
Pirsek der dibe li kurahîya hişê min,dihizirim
Hûn bi kû ve diçin, hûn nawestin ji çûn û hatinê
Derd û kulen we jî hene gelo?
Ku wek xencerekê dişixulin di dil de
Xwezî ez jî bifiriyama li gel we
Ber bi war û wargehên nû
Her carê gundek cuda,baniyek rengîn
Û her dilşa di gel dê, bav û birayên xwe
Ez zanim hûn bi bextewarî difirin
Û bi azadî dijîn li esmanî
Ma çi dibe em jî wek we li gel hev
Bijîn bi dilxweşî ,ziktêr û bi geryan
Û dinya bo me jî bibe bexçeyek ji gulan.