Dawiyê ez têgihiştibûm ku hezkirina mecazî xefilînek bû, ji min bû ku heyîneke rastîn a wê heye. Lê di rastiya xwe de tu kes ji Xwedayê xwe pê ve ji tu kesî hez nake, lê ew xwe di hezkirina Zînê de, di hezkirina Leylayê û Şîrînê de, di hezkirina dinyayê de, di hezkirina hemû tiştên hezkirî de vedişêre. Lewra sedema hezkirinê bedewî ye, bedewiya mutleq jî tenê ayîdî wî ye.