Xewneke Payîzê

İlhami Sidar

Xewneke Payîzê Posts

You can find Xewneke Payîzê books, Xewneke Payîzê quotes and quotes, Xewneke Payîzê authors, Xewneke Payîzê reviews and reviews on 1000Kitap.
256 syf.
9/10 puan verdi
Qendîlê pêxin û guh bidin dengê Îlhamî Sîdar
Ji Îlhamî Sîdar re dipirsin, tu ji bo edebiyata kurdî dixwaze çi bikî? Îlhamî Sîdar dibêje;" Ez dixwazim di navbera xwînerên aniha û klasîkên kurdî pirekê ava bikim" Pirtûk Bi rastî jî îlhamî Sîdar di vê pirtûkê de ev pir ava kiriye. Beriya xwendina vê pirtûkê jî haya min jê Melayê Cizîrî hebû min çend helbestên wî jiber jî kiribû lê piştî xwendina vê pirtûkê min Mela pirtir meraq kir û çend pirtûkên li ser helbestên wî hatine nivîsandin lêkolîn kir. Di pirtûkê de nivîskar dixwaze bi me bide fêhm kirin ku Melayê Cizîrî jî mirovekî weke me ye û heta ew helbest nivîsandine gelek zehmetî kişandiye. Carina gelekî xwestiye binivîse lê bi mehan tiştek li ser hev neaniye. Ango ew jî wekî me bû û bi xebateke zêde gihîştiye wê astê. Min ji pirtûkê ev fêhm kir. Bi rastî jî min zimanê nivîskar gelekî eciband û ji ber vê yekê jî hema îro pirtûka wî a bi navê "Memê Din" stend û di demeke kin de hêvî dikim ez ê wê bixwînim.
Xewneke Payîzê
Xewneke Payîzêİlhami Sidar · İthaki Yayınları · 20155 okunma
Reklam
Dawiyê ez têgihiştibûm ku hezkirina mecazî xefilînek bû, ji min bû ku heyîneke rastîn a wê heye. Lê di rastiya xwe de tu kes ji Xwedayê xwe pê ve ji tu kesî hez nake, lê ew xwe di hezkirina Zînê de, di hezkirina Leylayê û Şîrînê de, di hezkirina dinyayê de, di hezkirina hemû tiştên hezkirî de vedişêre. Lewra sedema hezkirinê bedewî ye, bedewiya mutleq jî tenê ayîdî wî ye.
di xuliqandina mirov de hezkirin hebû, nexwe eşq di xuliqandina însen de ji her çar anasirên ku ji av û hewa û ax û are pêk dihatin anasire pencemîn bû.
Sayfa 228Kitabı okudu
ax, Xwedeyo ew çi birûsk bûn li ser sînga min kom dibûn!
Sayfa 187Kitabı okudu
Reklam
Deng wekî kuliyên berfê li ser min dibariyan, her deng dibû peyv û dihat li ser zimanê min dilûsiya.
Sayfa 156Kitabı okudu
"heke bixwazî li mala dil ji bo yarê cih hazir bikî, ewil dilê xwe paqij bike, heya ji hebûnê qirêjek bimîne, hundirê xaniyê dil roniyê nabîne, divê tu astengan ji xwe dûr bixînî."
Sayfa 147Kitabı okudu
17 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.