Xwelîserîzm kitaplarını, Xwelîserîzm sözleri ve alıntılarını, Xwelîserîzm yazarlarını, Xwelîserîzm yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
-hoo xalo!
-kerem bike, kuliya ziman xwaro...
-Piştî ewqas ger û xwendin û tecrûbe, te çi ji kurdan fêm kir gelo?
-"Mezintirîn hêz, nezanî ye..." Encama zanîna min, nezanîn derket, berxê xalo...
-Xalo! Navê vê derûniyê çi ye?
-Kîjan derûnî berxê xalo?
-Ezxulam! Canik û camêran bi tirkî, kurdî zimanê me, Kurdistanê jî welatê me ye û jixwe pirê wan jî bi kurdî napeyivin, najîn û radibin peyvên qerase û qure dikin ku kenê pîrekên ser tenûran bi xwe tînin...
-Berxê xalê xwe, navê vê derûniyê "Pêgirtûbernedeîzm" e!
-hi ii
-Erê Weleh, hi ii
-Xalo! Çima Kurd xwe nakin qurbana û bi Kurdî najîn, hi Ii?
-Na berxê xalo, ne ku bi Kurdî najîn, Kurdî nahêle hin kurdên xwelîser û bêxîret bi Kurdî biin; ji ber ku xîreta wan têra vî zimanê qedîm nake.Te got erê bavê xalê xwe?
-erê Weleh tu rast dibêjî xalo.
-Xalo!
-haa berxê xalo...
-Ev tu ji min re nabêjî, ev kurdên me yên kurdînizan ku xwe hînî îngilîzî, fransî, elmanî, spanyolî dikin, çima xwe hînî zimanê xwe nakin xalo?
-Zimanê Kurdî, bi zêr û zîv û pereyan nayê kirîn, lewma berxê xalo..
-Xalo! Ev tu ji min re nabêjî, tirkan bi salan zulm li me kir, em kuştin, di zindanan de rizandin, Zimanê me li me kir mar û pê bi me vedan, hiştin ku em ji ber xwe, ji ber Zimanê xwe fêdî bikin, ziman bi me dan jibîrkirin û niha jî rabûnin bi kêfxweşî û bi ser bilindayî li her derê, bi her kesî re bi tirkî dipeyivin...
-Kî di me *e, ew li ber dilê me delalî ye berxê min, lewma jî em bi tirkî dipeyivin, te xwelî li serê min kiro! Heger em ne weha bûya û piçika namûsê di pozê me de habûya, divê me xwe li lalî daniya, lê bi tirkî nepeyiviya. Mesele ev e bavê xwlo
-Xalo! Di cejna zimanê Kurdî de çalakî bi tirkî... Ma tu ji vê qebhetê re çi nabêjî ezxulam?
-Mesele kûr e, dahwe giran e, ev maç maça Wan û Tetwan e. Mesele kûr e, dahwe giran e, ev maç maça Wan û Tetwan e. Mesele kûr e, dahwe giran e, ev maç maça Wan û Tetwan e.
-Xwaaa! Vîrusa tirkî li mejiyê xalo xist!