Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Xwendina Medresê

Zeynelabidin Zınar

Xwendina Medresê Gönderileri

Xwendina Medresê kitaplarını, Xwendina Medresê sözleri ve alıntılarını, Xwendina Medresê yazarlarını, Xwendina Medresê yorumları ve incelemelerini 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Mewlûda Kurmancî bi naveroka xwe mîna romanekê ye ku Melê Bateyî tê de hin bûyerên dîrokî li gorî felsefa îslamê anîne zimên.
Sayfa 77
Xwedê gotiye: "Min xweşiyên xwe li ser we temam kirin, we bi îslamê oldar kir..."
Sayfa 76
Reklam
Welatparêziya Medresê:
Di medreseyên li Kurdistanê de hertim du şopên siyasî hebûne. Yek, welatparêziya kurdî bû, ku hertim giraniya xwe li her deverê nîşan dida.
Sayfa 59
Bêkêmasî...
Yekcaran hin xortên Tirk jî bi rengê feqetiyê dihatin li medrese û hicreyên Kurdistanê dixwendin. Piranî ew ji bajarê Seydişehir, Kirşehir, Aksaray, Tokat, Konya, Samsun û Giresê bûn. Hinek ji wan xwe rind fêrî zimane kurdî kiribû. Lê ji ber ku ew nikaribûn xwe kontreseyê civata feqiyên Kurd bikirna, zû diçûn. Û hinek ji wan jî gava feqî bi polîstiya wan dihisiyan, ji nişka ve wenda dibûn.
Sayfa 49
Di salen 50-î û 60-î de çend dersdarên menşur hebûn ku her kesî ew dinasîn. Li Farqînê weke Mele Hiseynê Kiçik, li Xerzan Mele Mihyedînu Hawêlî, Şêx Cuneydê Zoqeydî, li Reşkotan Mele Evdilsemedê Comanî yê Xerzî, li Bişêriyê Mele Fexredînê Torî û gwd...
Sayfa 48
û şerefa xwe bi Alaya Rengîn re hildane jore.
Sayfa 16
Reklam
Siyasî û serokatiya serhildanên kurdî...
b) Hin kesên di ware siyasî û serokatiya serhildanên kurdî de ku ji medreseyan rabûne, wek Şêx Ebdulahê Nehrî (1880). Kurê Ş. Ebdulahê Nehrî, Şêx Ebdulqadir (1908). Seyîd Taha Nehrî, Şex Seîdê Pîranî, Mele Selîmê Hîzanî, Seyid (Şex) Elî, Şêx Şehabedîn, Seyîd Riza, Şêx Mihemed Îsaye Cibrî, Mele Hesen Hişyar û bi sedan kesên wisa yen din...
Sayfa 13
Kurdistan cara pêşî jixwe di 1639-an de hatibû dabeşkirin. Lê ji we deme hetaî 1923-an tu carê ne Farisan, ne jî Osmaniyan Kurd û Kurdistanê înkar nekirine û bi qanûnên taybetî asîmîlekirina wan bo xwe nekirine amaca yekemîn. Lê piştî 1923-an ku bakûrê Kurdistanê para Tirkiyê ket, îcar karbidestên dewleta Tirk li pêşberî dîrokê her cûre hovîtî, xwînxwarî û rûreşî kirin û heta niha jî her wisa didomînin.
Sayfa 12
26 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.