Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol

Zarokên Ber Çêm

Ciwanmerd Kulek

Sözler ve Alıntılar

Tümünü Gör
Stêrkên ewil ên wê êvara dawiya payizê di nav esmanê cûn û tarî de mîna roniya findên mijekê ser wan girti ji dûran de belawela dixuyan. Gava trên bi firrfirreke dirêj gewda xwe ya giran û tarî tevlivand, ji îstesyonê bi der ket û di nav çola bêdeng de rê dibirrî, wek hawê ez ji hev belav bibim û bifeşkilim, di ciyê xwe de diqacqicîm. Giyanê min di bin hesinê trênê de bê ser û şûn dibû. Xwene ez ê careke din venegeriyama wir? Di ciyê xwe de hezhizîm. Weke peleke hişk a dara tuwê bim û ketibim ber bê. Bi kesera tahl a hemû veqetînên bê vegerîn kewgirîm.
Sayfa 403Kitabı okudu
100 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.