Nivîskarê cîwan, Cîwan Serhedyan bi zimanê xwe'y Serhedî çîroka Zerê lêkiriye. Ziman, zimanekî zelal û resen e. Hîn peyvên nava jiyana nûjen de winda bune,wana livo livo kartine. Her çiqas Serhedî be jî devokên heremê din jî,heta peyvên standart jî kartine. Bi vî awayî dest bi çîroka xwe dike.
Çawa kû navê romané de jî diyare, çîrok çîroka Zerê ye. Zerê kesayetek pir serxwe ye. Ew qas mêrxase bavê wê lê bawere, xençera xwe û malbata xwe dispêre wé.
Zerê xeynî ku ew qas mêrxase, pêra jî jîr û jêhatiye. Qewlî gotiya "jina malane". Xwerinên xweş çêdike. Der dorê dide hev. Amadekariya çun ê jî wek jina mala dike hwd.
Gelo ji bo jinek bibe sereke an jî rêber mecbur e him "karê jina" him jî "karê mêra" bike?.
Mecbure barê wê ew qas giran be ?.
Gelemperî, kesayetê romanê, ên jin navê wan hemiyan Kurmancî ne, zana ne -zana buna wan li ser çand û zargotina Kurdî ye. Ango parazvanên Kurd û kurmancî ne. Lê kesayetê mêr haj bayê feleke nînîn. Tenê dikin xwe û derdora xwe biparêzin. Ev bar çima tenê ser milên jinane? Bê guman niviskar ji jina Kurd serfiraz û birûmet e. Lê ji bo kû rêze bigire çima ew qas berdêl dide.
Çîrok texrîben dema şerê cîhanê ê duyemin de diqewime. Ev jî berhemê dixe kirasê romana dîrokî . Lê honandin ne li gor şert û mercên romana dîrokî ye. Hurgiliyê demî qet tune ye.
Ew dera çîrok lê derbas dibe dikeve bin dagirkiriya dewleta Ûris. Eşkere tê xuya ki hemû dagirker dişibine hev, hemû zilm dişibe hev. Ne ne cudahiya olê ne jî a netewê, wan hev cuda nake. Wek dew û şîr hevdu naqetin.
Çîrok bi çavê yekem lê teref vebêjêr tê vegotine. Her çiqas çîrok çîroka Zerê be jî qet molog têde tune ye ku haya xwenêr fikir û ramanên Zerê çêbe. Bizanibe ka hêstên wê çine. Bi vî hawî xwêner qet Zerê nasnake. Û çîrok serhev de tê.
Niviskar