Zrîng Kurmancî - 1 sözleri ve alıntılarını, Zrîng Kurmancî - 1 kitap alıntılarını, Zrîng Kurmancî - 1 en etkileyici cümleleri ve paragragları 1000Kitap'ta bulabilirsiniz.
Em
Nivşên bîreweriyên kevn in
Salvegera mezinên xwe yên berê digrin
Û
Direvin ji tioriyên zanistî yên nû
Li ser nameyên xwe pûlên kevin dizeliqînin
Û
Albomên pûlên me yên kevn li sokên roşenbîriyê pir bohane
Hema ji destpêkê
Hilkişyana ser bana malê
Bo min destpêka kêşeyên jiyanê bû
Li her qunaxekî sînordare e vê jiyanê
Li zaroktiyê
Dapîra min got: Serê bana mal qedexe ye
Ku tav heyrana çavên zarokek dibe
Her tiştekî cîhanê têkel dike