Ew hedîsên han tê bîra min û ji bira min dernakevin. Ez he pênc an şeş salî bûm. Şevekê nîvê şevê bi teqereqekê em ji ci hişyar bûn, gelekî cînaran wa me xwe aveti bû derve... Min destê bavo gir- tiye, wek însanên din ji mal derketin, me xwe avet ser xaniyê mala me.. Şeve reş bû, çend dengên gulle hat awetin; 'Birrr... birrr', min niçande bavo, ew çi meseleye, çi bir, kê birrr... Bavo bi kêhf bũ, guh neda pirsa min, pey hatina mal go; 'kurê min heyrana ordibozanên Celaliyên me. Biro ji Gilidax hat, jina xwe, Rabie hilda bir. Ew qir- çeqîrça tivingên şervanên Kurdan bûn..."