Dilbîn Şahadet Sargul angaşta xwe a lisansa bilind, li ser wêjeya Kurdî de ciyê jinê, kiriye. Ev angaşt bi navê Dengê Jinê Di Romana kurmancî de wek pirtûk li weşanên Peywendê de di sala 2023 de hatiye çapkirin.
Niviskarê îdîaya xwe li ser deh romanê Kurmancî ên nûjen de kiriye.Beşa yekem de çawa kû pêşgotina xwe de jî gotiye bersiva pirsa rexneya wêjeya Feministî çiye digere. Li ser vê himê hûre hûr lêkolînan dike. Di mitolojiya Yewnan bigre heya a Sûmeran. Ji olê yekxudayî jî, Xiristiyanî bigire heya Islamê. Li ser mitan û bandora kû li ser civat û wêjeyê çawa kiriye, sekiniye.
Helbet hemû ol û mitolojiyên cihanê bandor li hev kirine. Bandor li ser wêjeye hevdu kirine û helbet wê bandor li ser wêjeya Kurdan jî bike. Lê Kurd texrîben hezar û dused ( 1200) sale qismeke mezin ola îslamê pejirandiye. Ji ber wê bandora Îslamê, li ser civata kurd û wêjeya Kurd zêdetire. Ango bandora wêje û zargotina Ereba çêbûye. Lê niviskara me zêde li ser vê xalê nesekiniye. Wekîdin ola Kurdan a qedîm Eziditî ye . Ji ber kû beriya olê yekxudayî hemî Kurd Êzidî bûn û zimanê ola Êzidî jî Kurmanciye . Bandora herî mezin a din jî bêguman Êzidîtiye. Lê bi awayekî ecêb niviskar ola Êzidîtî û bandora wê qet ne aniye ser zar û zimanan. Angaşt rexneye û rexneya Feminizmêye . Di nava bîrdozî ye edebiyetê den a herî zêde li ser civatê disekine,yek jî rexneya Marksîzte. Lê niviskara me qala rexneya Marksîzt û qala taybetiyên cîvata Kurdî nekiriye.
Çavkaniyên kû ji bo piştrastkirina teza xwe dide zêdetir ji şiroveyan , nêrina kesê duyem dike. Ango dema ji fikrên Sigmund Freud piştrast dike raste rast ji Freud nagire,ji Ekiner dike çavkaniya xwe Ekener nîşandike. Dîsa hin ciyan de bi şiroveya xwe piştrast dike.( Rûpel 25 de dibeje afirandina seretayî a ola îslamî de zayend tune ye.