Dr. Nûrî Dersîmî, di pirtûka xwe de bangewaziya xwe li keç û xortên Kurdan dike û dibêje:
"Tolhildan!..
Ji bo paqijkirina lekeya li ser namûsa Kurd;
Tolhilda!..
Ji bo kêmkirina qîrîn û hawara bi sedhezaran zarokên Kurd ên hatine
singûkirin; Tolhildan!..
Ji bo aşkirin û kêmkirina hawara keç û bûkên Kurdistanê yên ku avêtine geravan û di nava agir de hatine şewitandin;
Tolhildan!..
Ji bo bicihanîna armanca qurbaniyên ku bi qehremanî di bin sêdarê de, mirin bi dirûşma; „Bijî Kurdistana azad û serbixwe!" pêşwazî kiriye û taca şehadetê hilgirtiye;
Tolhildan!..
Ji bo serlihandina welatê mader ê wêrankirî yê bi navê Kurdistanê;
Tolhildan!..
Ji bo paqijkirina welat ji laşê gemar ê çeqel û keftarên ku li diyarê kurdan dilorin;