Ey bilbila baxçê gulan, çira dikî şîn û gazî
Yar cem te ye, gul ba te ye, tu wek min ê belengaz î?
Belengaz im ji ezel da, heqê min e şîn û gazî
Sergerde û bê yar û dost, ne min per e ne azadî
Azadiya ger min heba, yar û welatê min heba
Ez li ser textê sema, wek te dibûm serefirazî
Serefiraz î bi perwaz î, tu aşiqê sehergaz î
Azad û hem bi dilxwaz î, ne wek min ê bênewaz î
Bênewaz û bêçare me, 'aciz û bêder mande me
Hêsîr û qeyd û bende me, bilbil ji min çi dixwazî
Bilbil çira wer dinalî, çira melûl û bêhal î?
Ji ber eşqa gula al î, yan jî wek min bêheval î?
Bêheval û bêhogir î, bextê reş û bê talî' î
Ji bo me ra ji roja ezel, xaliq wisa teqdîr kirî
Ey xaliqê kewn û mekan, rehîmê insan û him can
Carek li me rehmê bike, ma em ne mexlûqê te ne?
Rehma te bê hed û hesab, j'bo herkesê j'bo xas û 'am
Mehrûm tenê em bûn ji nav, ma qey ne em kolê te ne?