Lewra ku cîhan wekî erûs e
Wê hukme di destê şûrê rûs e
Lê eqd û sidaq û mehr û kabîn:
Lutf û kerem û eta û bexşîn
Pirsî ji dinê min ev bi hîkmet:
"Mehra te çi?", gote min ku:" Hîmmet"
Hasil ku: Dînê, bir şûr û îhsan
Tesxîri dibit ji boyî însan
Baskê bazekî şikandin asîman firînek wenda kir
çavê xezalekê kor kirin awirek ji kîsê deștê çû
guleyek ket qirika kewekê çiya stranek wenda kir
Şêrko Bêkes
oxir be hevalno!
oxir be ji we re!
şehê min neynika min
bibin bi xwe re
bang e, sihar e
û wextê şer e
herin min bihêlin
min bihêlin li hire!
li hire; heyva herî b'ronî
li hire; roja herî dijwar
Bagok gotine jê re;
himbêz bi têhn e, tenik in sihar
ne gundek şên e li hire
li hire ne bilûra şivên
êvar êvar hew şalûl distirên
bi baye bakur re difirin û tên
qasidên sermayeke sext in pisîkên bayî
li hire ez û vî çiyayî
li hire ax û şer
Dêra Çomera kerr
şeperze
li Geliyên Sosinan sosinên stû-xilyayî