Hey lê lê wey lê lê
Ferman e hawar hawar…
Dîsa li me ferman e
Li jor tête gire gir û hume huma bavirok û têyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre qîra zarokan, hawara dayik û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsim
Weke Mahabat û weke Berzan e
Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê helebçê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e…