Sebra min bê te nayê
Şêrînê nû gîhayê
Te ez kuştim, te ez helandim
te ez berdame dinyayê
Ax û eman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û eman Şikrayê
Nazik û navgiran î
Tu bi derdê dilan zanî
Agir berda vê canê
Hên jî tu nayî rayê
open.spotify.com/track/1X60tMFIU...
Ez nexweş im Gewra minê
Îro min go were li ser min
Ay...
Gewra minê Min go ez nexweş im
De were ser min
Tu yê taya lihêfê rake vê êvarê rex hev têkev ber min
Ax...
Çi ferman e dilo
Bextê te me oy...
Gundî û cîran,
Bêje ew kê bû kê nebû
Ez ê bêjim Hekîmê Luqman bû hate ser min
Li min...
Ez xerabmal im yeman
Ez bendewar im yeman
Eva serê çend û çend salê min temam
Min terka welatê xwe da
Ez perîşan im birano
ax...
youtu.be/WRbyDQz6-5k