z

Zımane Kurdî

Stargeh û wargeha mirovahiye dilekû ti tehta nava singa xweda di veşêrî Bâre mirovahiye girane singa te sivikê. İnsanın sığınağı ve barınağı göğsünün koynunda saklı, İnsanlığın yükü ağır Senin göğsün hafiftir. Nivîskar: Murat KATMIŞ
Zimanê Kurdî çalak bigre
Mirov hêza xwe ji hevdû digirin ( bi taybetî jî ji mirovên ku jidil ve tevdigerin) : Çend roj berê ez û mamosta xwe ya zimanê Kurdî,em li bajarekî serhedê digeriyan. Mamosta min ,em li ku ve bi çûna , bi kurdî diaxivî helbet ez jî bi kurdî diaxivtim . Em çûne li restoranteke şîrînayê , herçend xebatkarên restorantê bi Tirkî diaxitin jî ,me daxwazên xwe bi zimanê Kurdî kir lê, ew kesê li pêşberî me di Tirkî axaftinê de li ber xwe dida. Helbet me jî dev ji Kurdî axaftina xwe berneda di dawiyê de, kêm be jî xebatkarên restorantê jî bi me re Kurdî qise kirin. Min fêm kir ku , heya em kurdî nexin jiyana xwe û kurdî di jiyana xwe de çalak nekin , dê Kurdî di nav girseyên mezin de belav nabe . Ji ber vê yekê,divê em hemû kesên ku li hemberî zimanê Kurdî xwe berpirsyar dibînin, mîna mêşên hingivê ku çawa polenê kulîlka belav dikin ,wisa tevbigerin û li her derê ku em lê dimînin û her derê ku em dê lê bimînin zimanê Kurdî li wan deran belav bikin.
Reklam
zindan
" îqtîdar, berî her tiştî,bedenên ku serê wan hatine teqandin dixwaze ." Michel Foucault
Pirsgirêka asîmilasyonê
Bi rastî ez hertim dibêjim: Pirsgirêk di dijmin anjî kolonyalîstan de nîne lewra, ew karê xwe û erka xwe bi cih tînin. Pirsgirêk di me Kurdan de ye, em di têgihiştina girîngiya ziman de nînin. Wekî ku hemû tiştên ku tevdigerin û ji bo tevgera wan çawa quwetek/ dehfandin pêwîst be , ji bo mijara zimanê kurdî jî heman tişt lazim û hewceye . Helbet ger ku em li zimanê xwe xwedî dernakevin,ew dê ji destên me biherike û qût bibe . Û belkî bala we jî kişandî be : Dema ku hûn bi kurdekî (Kurdiya wî çiqasî çewt be jî) re bi kurdî biaxivin, ew jî bi we re kurdî diaxive. Anjî em bibêjin ku kurdek , bi we re bi zimanê kolonyalîstan biaxive û hûn jî li şûna wan zimanan zimanê dayikê bikar bînin,ew dê ji wê tevgera we sûd wergire. Ez vê yekê wek : "bertek bandorê diafirîne" binav dikim.
Bindestî...
Piştî ku çavê me hînî şewqa pencerê dibe û em hev nas dikin, dêya min hewl dide ku bi tirkî biaxive. Dîyar e ku li derve ew şîret kirine. Lê dike nake, nikare hevoka tirkî sererast bike. Hew xwe digre, vedigere kurmancî, dibêje:"Çawayî lawo?" gar- dîyanê hêla wê, bi paş stûyê wê digre û divirvirîne derveyî huc- reyê. Dikim dîn bibim, nikarim xwe bigrim. Ber çavê min reş dibe. Ez xwe ji bîr dikim, bi ser gardîyanê hêla wê ve diqîrim: "Ez ê te bi qurbana wê kim!"
Dar li ser koka xwe, mirov li ser zimanê xwe hêşîn dibe.
Cejna Zimanê Kurdî 15 Gulan 1932 pîroz be. 🦚✌️ Cejna Zimanê Kurdî: Di 15ê Gulana 1932an de bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan, li paytexta Sûriyeyê, li Şamê Kovara Hawarê dest bi weşanê kir. Zimanê kurdî, di vê werçerxa tarîxî de, bi tîpên latînî hate xwendin û nivîsandin. Zimanê kurdî di dirêjahiya dîrokê de her û her rastî polîtîkayên qedexekirinê û zextan hatiye. Kovara Hawarê di geşedan û pêşveçûna zimanê kurdî de roleke tarîxî lîstiye. Lewre roja destpêka weşana kovarê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di qonaxa Kovara Hawarê de gelek edîb û şa’ir û lêkolerên zimanê kurdî xwe perwerde kirin. Kovara Hawarê ji sala 1932an heta 1943an 57 hejmar çap bû, jê 23 hejmarên pêşîn bi alfabeya latînî û erebî, hejmarên din jî bi alfabeya latînî derçû
Reklam
42 öğeden 11 ile 20 arasındakiler gösteriliyor.