Guherîna ziman bi însan ve girêdayî ye. Çimkî ziman ji alîyê însan ve tê bikaranîn û çawa ku însan di nav herkîna demê de diguhere, zimanê ku ew bi kar jî diguhere.
Em dibînin ku ji sedeya 17'an pê ve giringî cardin bi hizrên li ser zimên, layên zimên ên hizrî, pêwendîya raman û hiş û hwd. tê dayîn. Mijarên zimannasî û felsefeya zimanî tên niqaş kirin. Zanyarên mezin ên vê demê F.Bacon, Leîbnîz, Herder û Hûmboldt' in. Wek mînak, G.W. Leîbnîz di sedeya 18'an de li alîyekî bi polînkirina zimanên dinyê re mijûl bûye, li alîyekî jî serê xwe bi pêwendîya ziman û hizr û ramanê re êşandîye. Li gor Leîbnîz Ziman neynika hizra însan e.
Li gor Arîstoteles hêmanên dengan bi sê cûre bûn; tîpên bêdeng(vowel), nîvdeng û bêdeng(consonant). Dîsa kîte(syllable) pevgihîştina tîpên dengdêr û dengdar an jî tîpên nîvdengdêr û dengdar bû. Arîstoteles herwiha di nav cûreyên peyvan de cûreyên lêker ü navdêrê ji yên din (hoker, berkar, bireser û hwd.) cihêtir digirt.