Lê hin tişt hene dema bipelişe û belav bibe hêstirên dayikan jî nikarin wan bidin hevdû. Dilê min mîna şelekî ku di avê de bipelişe û wenda bibe pelişîbû. Niha di bin barana giriyê nas û dostên bavê xwe de ji xwe re li niqutek poşmanî digerim ji bo ez bibêjim xwezî ez ji bavê xwe nereviyama. Lê na, heke mafekî min î din hebûya û ez careke din bihatama vê dinê ji bo reva ji bavê xwe ezê heta hevdeh saliya xwe dereng nemama...