bi kefenê tarî yê ezman ne nuxumand
miriyên we yên bênav
ew navên ku li rex coxrafyayekê dihatin nivîsîn
ji bîr kir me gewdeyên we me bîr nekir yekî ji we
te qet pirsî ji xwe
ez ê ku tenê xerîbê xwe me
kederên min hê ku cawekî neristî be
divê mirov qet nemîne şaş
li pirsa taziyekî bêpawan
li welatê xwe ez,
çima tevdîl digerim?