-BA- WE JÎ DİFİRÎNE GELO?
Puan vermedi·128 syf.··
2021 21. kitabı
Wekî ez di her lêkolîna xwe de behsa nivîskarê pirtûkê dikim ez ê di vê lêkolînê de jî behs bikim. Lê bi awayekî din; min lêkolîn li ser pirtûka Bextiyar Elî ku bi navê "Hinara Dawîya Dinyayê" kiribû lê bi giştî jî min ne li ser pirtûkê kiribû min li ser jîyana Bextîyar Elî kiribû. Îcar ez divêm di vê lêkolînê de jî ne hewceye ez dîsa behsa jiyana wî bikim. Lînk ezê deynim xwarê di wê linkê de hûn dikarin jiyana wî hîn bivin. Û ez ji we tika dikim jiyana wî jî bixwînin berî lêkolînê. Nebî nebî paştguh bikin. Yaw çawa ku mirov ji xwe re cilek, kincek yan jî tiştek xwarinê distîne pêşî li marqa wê dinihire hêja distîne, nivîskar jî wisa ne li ber çavê min. Mirov jîyana nivîskar hîn bike ez divêm yê baştir pirtûkê fam bike. Çikû pirtûk ji destê nivîskar dertê û ne pêkane ku tiştek ji jiyane nivîskar di nav pirtûkê de tune be. Ji ber wê dîsa tika ji we dikim jiyana niviskar bixwînin. Lînk; #149059102 Û lêkolînê li ser pirtûkên Bextiyar Elî jî ne ewqas hêsanin. Ez jî dudilîyê de bûm ku binivîsim yan nenivîsim. Lê edî me xwe tê da :). Navê pirtûkê wekî hûn jî dizanin -Apê min Çemşîd Xan Ku Hertim Bê Ew Li Ber Xwe Dibir- Yê ku pirtûkê hêja nexwendibe jî edî ku sernivîska pirtûkê bixwîne pir hindik, di derheqê naveroka pirtûkê de digihîje hinek fikran. Mirov çawa dikare bifire, ne pêkan e newsa? Ê ji xwe pirtûk, fîlm yan jî rêzefilm jî tiştên ku di jiyana mirovan de ne pêkanbe, pêkan dike. Haaa ahaaa!!! Îcar ji bo min jî tiştên hêja ew e ku mirov di nav van tiştên ne pêkan de peyamek, bide xwendevanên xwe ku ew peyam di jiyana wan û zindîde kêrî wa were. Bextîyar Elî van peyaman ez divêm di tev pirtûkê xwe de jî dide, ji ber wê ye ku nivîskarik gelek hêjaye. Di vê pirtûkê de jî nivîskarê me hêja peyamek xweş dide xwendevanan. Ba, çawa mirovan
Kurdî
Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibirBextiyar Elî · Avesta Basın Yayın · 2012121 okunma