Mirina Egîdekî ( Mehmed Uzun )
Haya min ji vê pirtûka helbesta Mehmet Uzun tinebû, lê a rastî jî xwe pirtukên wî romana jî bi zimanekî helbestvane hatine nivîsîn. Lê dîsa jî min meraq kir û min xwest vê pirtûkê, ji pirtûka kurdî. Spasîyên xwe ji wan Ra dişînim. Zehf ehlê karê xune. (Pirtûkên wa xweşik, sparîş zu tên...)
Di vê pirtûka helbesta de behsa 5 hev evîndarên welat dike. Û temamî jî behsa wa, behsa şer ê wa, behsa hêvî yên wa, behsa azadîyê dike. Weka ku mirov çîrokek bixwîne lê çîrokek bi zimanekî helbestvane.
Wekî di romanên wî de derbas dibin di helbestên wî de jî şer ê welat, çek, mirin, berxwedan, derbas dibe. Û ji xwe ne hewce ye behsa zimanê Mehmed Uzun bikim, hingî bi zimanekî xweş dinivîse.( sade, hêsan )
Di rûpelik de ev hevok derbas dibe;
"Li ser axa me, Ji me çi dixwazin?( Rûpel 19 )
Bersiva vê pirsê zehf hêsane.
Îro li ser axa me dixwazin em vî zimanê şerîn ji bîr bikin!!
Kurdên 1k yê, xwedîyê vî zimanê şêrîn. Hûn çima pirtûkên kurdî naxwînin û jêgirana parve nakin?
Qey wext tuneye?, Qey eşq tuneye?
Hûn xwedî vî zimanê şêrîn, bi dîrok û bi qîmet xwedî derneyên ê kî xwedî derê? Ji we dipirsim?
Îro dijmin hov e. Wekî Mehmed Uzun dibêje;
"Bombe li piştan, tifing li destan, rext di singan de" ( rûpel 21 )
bi bombe û tifingan tên pey me.
Lê em nikarin wekî wan hov û pîs bibin, wekî ku her millet xwedî zimanê xu der tê. Emê jî xwedî zimanê xwe derkevin.
BOMBE, TİFİNG, REXT û GULEYÊN ME TEV EV ZİMANÊ MEY ŞÊRÎNE.
Wekî di pirtûka "Bîra Qederê" de (baş nayê bîramin min biborînin) derbas dibe;
-Li gel dijmin di hev çekên me hene: ol(dîn) û ziman. Îcar dîne me û dijmin wek heve tenê dimîne ziman.-
Ji ber wê xû li zimanê xwe dorpêç bikin.
Qîmeta vî zimanî em baş zanibin, ev ziman tunebe em jî tune ne.
Û dijmin çiqas zêde be bila zêde be
"Em pênç kes, ew