Akış
Ara
Ne Okusam?
Giriş Yap
Kaydol
Ji Evareke Amede
Ji êvareke Amedê gazî nekesekî dikim Di devê min de gotinên straneke dişibe ewran Li ser zimanê min bû, le nayê bîra min Çi bû navê min? ... Şerm dikim behsa kenê xatûnekê bikim ... Û li ser kevirên mezelan pistepista pêşerojekê Gelo dibe yê mirî ez bim? Diponijim li êvareke dişibe esrî Heyv bı bejnekê bilindtir e ji tavikê Qîzên biskrihan gûzan
Û her şev, heyv hiltê ji pişt girê Miştenûrê Şewqa xwe dilop bi dilop dadigerîne ser kulmek av Ew av, diherike heta Xetav û Efrînê.
Reklam
Diponijim li êvareke dişibe esrî Heyv bi bejnekê bilindtir e ji tavikê Qîzên biskrihan gûzan belav dikin li deriyê Mêrdînê Li jêr hişê min fîkefîka bayê Şîreta terikandina vî warî dikin hemû neqeb Dema qismet belav bû di xew de bûm Min gelek zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê Û di berîka min de nasnameyek ku xerîbîyê tîne bîra mirov Ez ne darek kizwanê bim, gelo çi me?
Sayfa 28