Her berêvar li rûyê mirovan diqelibim, dixwazim nêzîkî hinekan bibim û ji hinekan jî dûr bikevim lê ne dikarim dûr dibim ji kesî û ne nêzîkê kesî.. di nav wê heyteholê de diherikim diçim. Vedigerim malê li xwe diqelibim û di neynikê de li tenêtiya xwe temaşe dikim - tenêtiya ku piştî ji hezkiriyên xwe dûr ketime û bi wê dûrketine re firehiyek çêbûye li qada derdora min û ez di nav wê firehiyê de teng dibim, biçûk dibim, difetisim. Êşên mirovan tînim bîra xwe lê naxwazim xwe bi êşa kesekî din jî aş bikim ji ber ku êşa min ji kîsê min e yê diêşî dilê min e ne yê kesekî din.