Ditirsim,
cara çil û yekê bê ziman bimînim,
lal bibim,
nebêjim,
nikaribim bixwînim rûpelên pîroz,
maç nekim ji hinarkên paqijiyê,
negirim destê rastiyê,
nebînim,
nemînim cara çil û yekê.
Çil caran derketim meydana şer,
li ser ziman Ellah Ellah,
di dest de şûrê Elî,
Selahedîn fermandar e, ez şervana arteşa wî,
diayên netewî û alayek 21 tîrêj e hêza me.