Polîtîkayên biçûkxistin û morkirinê yên ku li ser ziman, nasname, çand û erdnîgariyê tên meşandin, di nav gelê bindest da encama fedîkirina ji nirxên xwe û biyanîbûna ji xwe derdixe holê. Bi vî awayi dewlet, polîtîkayên îmha, înkar û qedexekirinê yên ku li ser gelê bindest dimeşîne, di bin hiş da bi cîh dike, mekanîzmayekê otokontrolê yanî hepîsxaneyekê diafirîne, lê hepîsxaneyekê wisa ye ku mehkûm û gardiyanên vê civakê ji heman kesan pêk tên.