qet bîr nakim, na, qet! li nîveka orta payîzê
minminîkekî hat konê xwe veda ser sînga min
çîyayî bû, xwe ra cî digerîya ku tê da bimire
-di vê kêlîyê da, nizanim çima, zêmarbêjên
demên berê têne hişê min: qêrîn û nalîn e!
hûr hûr dibare şilîya li ber derî: hawar e ev!
zeman teng e, hêdî hêdî xwe dihone mirin;
bêhn dide, deng vedide di hundirê konî da
perîrengê, minminîkê! sal du hezar û bîst û yek
bi awayekî mirin hat û tu di sînga min da dîtî
xem neke, gorna te êdî di nav helbesta min e!