"Nalî, pêxemberê helbesta kurdî."
Sayfa 43 - AvestaKitabı okudu
Hatina Pêxemberê Îslamê
MUHEMED, KURÊ EBDULAH(PEYXAMBER) : Di bîstê nîsana sala 571 de hate hebûnê û di sala 623 de ji bajarê Mekehê çûye bajarê Medînê û di sala 630 de Mekehê bi zor xiste bin destê xwe û destûra îslamê li dar xist û di sala 632 de serê xwe daniye.
Reklam
SÛREYÊ ALÎ ÎMRAN
146. Gelek ji pêxemberan hebûn ku (ji hevalên wan) komên pir digel wan ceng kirine. Vêca ji ber a ku di rêka Xwedê de hatiye serê wan qels nebûne, lawaz nebûne û reben jî nebûne. (Belkî li ser ya hatî serê wan sebir kirine) Xwedê jî, ji sebirkêşan hez dike.
SÛREYÊ ALÎ ÎMRAN
44. (Ya Muhemmed!) Ev ji xeberên nependî ne ku bi (riya) peyxamê (wehyê) em wan ji te re radigihînin. Dema wan, (gelo) ka xwedîkirina Meryemê dê li kîjan ji wan bikeve, qelemên xwe (ji bo pişkkêşanê) diavêtin, tu ne li cem wan bûyî û dema wan (ji bo vê meselê) xirecir dikirin jî tu ne li cem wan bûyî.*
SÛREYÊ BEQERE
272. (Ey pêxember!) Hîdayetkirina wan ne li ser te ye; lê Xwedê, kî bivê wî hîdayet dike. Hûn her çi xêrê bidin, ew ji bo we ye (hûn ê feydeya wê bibînin) û hûn çi xêrê bidin bila bes ji bo Xweda be. Hûn bi qesta xêrê çi bidin (xelata wê) bêkêmasî dê bigihîje we û qet neheqî li we nayê kirin.*
SÛREYÊ BEQERE
247. Pêxemberê wan ji wan re got: “Bêguman Xwedê Talût wekî hukimdar ji we re şandiye.” Gotin: Digel ku em bêhtir layiqê hukimdariyê ne û digel ku ji aliyê mal û zengîniyê ve tu derfetên fireh jî ji bo wî nehatiye dayîn, dê çawa ew li ser me bibe hukimdar?! Pêxemberê wan got: “Bêguman Xwedê ew li ser we bijartiye û Xweda zanîneke zêde û gewdeyekî mezin dayê. Xwedê kê bivê fermandariya xwe dide wî. Xwedê bi qenciya xwe berfireh e, zana ye.*
Reklam
80 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.