Dîya min xeyidî û got ma çima tu xwe wisa didî ber tavoşkê te xwe qemirandîye reş bûyî ?
Ma qey tu nikarî wekî xelkê wekî jinên din li xwe binêrî ji xwe hez bikî ?
Ez kenîyam min got yadê weleh xelk ji bo wekî min reş bibin diçin bi êera xwe diqemirînin ! Demên berê digotin bila sipehî be gewrik be bozik be ji bo wê ser û çavên xwe girêdidan bi destmal a!
“Di hembêza min de bilindahiyek sîpanî
Di paşila min de zozanek Elegezî
Di navde hespek bezok bi kihêliya serhedî
Çargavî, dibeze dibeze kezî bakur î
Zînê qafqasî ye hey hey hey hey
Li ser pişta edlanî
Tu dibê qey zozanê ezmaniye
Li ber simên elendî
Dejavûya Mihemed Elî’ye hey hey hey
Di dilistana min de li kela Bazîd’ê
Li ser mêrgên zozanî şopa simê hespê bezok
Li ser dilê me şopên paşerojek serhedî
Emê dîsa bikin rêgeh wî welatê zere-keskî
Li welatê serhedê hey hey hey hey
Emê kilamek Şeroyê Biro li bayê siwarkin
Emê, ‘Qasimo’ bêjin
Emê kilamek Şeroyê Biro li bayê siwarkin
Emê ‘Qasimo…’”
Gotina xwezîya min dieşînê lê ma qey mirov nikarê ji wê xweziyê vegerêê yan rê bidê?
Bi min divê karibê û gelek caran mirov pêk tê her çiqas dijwar jî be.
Êşên me hene êşên tûj mîna strî , ji dûrahî gelek caran xweşik tê xuya wexta komek berf li ser dilê yekî ji eşqa dîtina wê be ,lê li nêz heger dest didiyê di nava destê me de dihelê û ew canê yekî/ê pir dieşînê. Lê em dizanin ku ew êş êşa me bi xwe ye…
Ey welat,
Welatê bav û qalan...
Min çiqas berîya te kiriye,
Dibe qey, hezar sal e ez te nabînim
Ey welat,
Tu di dilê min de
Evina min ya herî mezin î...🌞