Dinya çerx û felek û dolab û dewran e. Bayê felekê ji wir de tê, di vir re diqulipe. Îro şahî û şênahî, sibê nalîn û şîn e. Dinya, dinyake kambax e, namîne ji tu siltan, hakîm, beg û mîran re. Rind zû derin, xirab singê xwe dadiçikînin meydana dinê û dimînine.