146 syf.
10/10 puan verdi
Femînîzm çi ye? Qey ew dijî mêran e, an tenê komek hewl dide ku wekheviya zayendî çêbike? Min bersivên van pirsan tatêl dikir û hevala
Evîn
Evîn
bersivên van pirsan bi kurtasî da û zanîn û lêkolîna xwe ya di derbarê vê mijarê da gelek baş nîşankir. Ev pirtûk û nivîskar jî pêşniyarê min kir. Li gor min hûnê ramanên Bell Hooks bibînin, li wir hûn
Feminizm Herkes İçindir
Feminizm Herkes İçindirBell Hooks · Bgst Yayınları · 2012915 okunma
152 syf.
·
Not rated
İncelemem
SPOİLER ve kendi düşüncelerim. 1.alıntı 'Kazandıklarımın bir bölümünü kendime saklamaya karar verdiğim zaman zen­ginliğe giden yolu buldum. Sen de bulacaksın.' "'Ama kazandıklarımın hepsi zaten benim değil mi?' diye sordum. "'Hiç de değil,' diye yanıtladı. 'Terziye para ödemiyor mu­ sun?
Babil’in En Zengin Adamı
Babil’in En Zengin AdamıGeorge S. Clason · Butik Yayınları · 20183,965 okunma
Reklam
226 syf.
·
Not rated
·
Read in 5 days
Delalo! Êşê tenê nehêle.
Dema min ev pirtûk dît, ji ber nav û bergê wê min yekser girt ji bo xwendinê, lê mixabin hinekî di nav refên pirtûkan de li benda xwendinê ma. Piştî demekî va ye min xwend û ji bo vê derengmayînê lêborînê ji dara sincê dixwazim. Ev romana mamostê Dilawer a ku di sala 2018an de ji weşanên LÎSê derçûye, ji aliyê teknîkên romanê ve gelekî xurt bû, ji aliyê naverokê ve jî bi têra xwe serkeftî bû. Leheng bi hest û tevgerên xwe ve meriv dikare bibêje bi serê xwe bûn, me dengê wan dibihîzî û hestên wan hîs dikir, ev ji bo xwînerên ku ji stereotîpan aciz in sedemeke xweş e ji bo xwendina berhemê. Bûyer hem ji devê kesê yekem hem jî ji devê kesê sêyem hatibû vegotin, ev qaîde pergaleke qewîn dida berhemê, di gelek cihan de jî em pêrgî dîyalogan û pêrgî monologên hundirîn dihatin. Herwiha teknîkên ku ji bo romaneke serkeftî divê, di berhemê de yek û yek cihê xwe girtibûn. Mala yezdanê berhemê ava be. Du serlehengên me hene ku tevna bûyeran li dor wan dizivire û berhem ji sê beşan pêk tê: Xwenasîn, Hevnasîn û Xwezanîn. Her du lehengên me du zarokên heman navçeyê ne ku piştî salan li heman girtîgehê ji nû ve li rastê hev tên. Bi vî awayî hevnasîn pêk tê. Piştre ev leheng bi hev re diçin zarokatiya xwe û di hin mijaran de li xwe mukir tên, bi vî rengî jî xwenasîn dest pê dike. Taliya talî berhem bi xwezanînekî ve kuta dibe. Wek gotina dawî dixwazim vêya bibêjim ku cihê herî zêde kêfa min jê ra hat gotinên dara sincê bûn ku wek dayikekê şîret li lehengê romanê, pê re jî li xwendevanên romanê dikir. Serenavê nirxandinê jî ji wan şîretan hatiye girtin. Xwendinên we bila wek bêhna dara sincê bin.
Bêhna Dara Sincê
Bêhna Dara SincêDilawer Zeraq · Lis Basın Yayın · 20183 okunma
71 syf.
·
Not rated
·
Read in 17 days
Merheba xwîner û xwînxwarên edebiyata kurdî :) Piştî demeke dirêj, dikim bi kurtenivîsekê ve bala we bikişînim ser berhemeke kurdî. Berhemeke ku xwediyê wê bi salan e, bi keda xwe ve gurr dike agirê edebiyatê. Ariya Giyanên Stewr, pirtûka Sîdar Jîr a ewil e ku di sala 2004an de ji weşanxaneya bajar derçûye. Pirtûk ji neh kurteçîrokan pêk tê ku yek ji yekî bi tehmtir e. Nivîskarê me, bi tehlîleke gelekî zelal û qewîn vegirtiye guliyên bûyeran. Ji ber hindê kêfa min gelekî ji lehengên wî ra jî hatin, lewra ev leheng bêyî ku xwîneran biwestînin hûrik hûrik dimeşiyan di nav berhemê de. Mijarên ku hatibûn hilbijartin jî ji aliyê sosyo-çandî ve gelekî bi qîmet bûn, va ye bîst sal di ser ra derbas bûye lê hîn jî heman mijar di edebiyata kurdî de li eniya pêş in. Min beriya vê pirtûkê du pirtûkên din ên nivîskar xwendibû lê min pê dernexistibû ku Jîr çavdêrekî evqas serkeftî ye. Di taliya her çîrokê de min di dilê xwe de pesnê çîroknûsiya wî dida. Aliyekî din ê vê berhemê hebû ku piştî xwendina wê, ewrên reş li ser serê mirov tov dikir. Lewra her çîrok yan bi mirinê, yan bi kuştinê yan jî bi jihevbûnê diqediya, ev yek jî bivê nevê meriv kaşê nav atmosfereke xembarî dikir. Lê meriv dîroka nivîsandina vê pirtûkê binêre, dikare bibêje ku ev yek bi atmosfera wê demê re eleqedar e. Ez di nava cureyên edebî de herî zêde ji çîrokan hez dikim, ji ber wê dema çîrokeke serkeftî dixwînim bêtir kêfxweş dibim; hem ji bo têrkirina ruhê xwe yê ku birçîyê xwendinê ye, hem jî ji bo edebiyata xwe ya ku birçîyê berhemên serkeftî ye. Birçîyên wek min divê teqez vê pirtûkê bixwînin :) Spass!
Ariya Giyanên Stewr
Ariya Giyanên StewrSîdar Jîr · Bajar Yayınevi · 20041 okunma
79 syf.
·
Not rated
Jineke Xinani
Ez ê lêkolîna xwe weke hercar bi nasîna nivîskar de destpê kim. Kîye gelo Şêrzad Hesen? Li bajarê Hewlêrê sala 1951-52'yan de hatîye dinê. Gelek berheman ji zimanê ingilîzî wergerandiye Kurdî û xwedîyê gelek çîrok û romanan e. Hesar û segên bavên min, Xewna pîrepindan, M, Tenahî..... Bawerke Şêrzad Hesen bû nivîskarê sêyemîn ku ji Bâşûr
Jineke Xinanî
Jineke XinanîŞêrzad Hesen · Avesta Yayınları · 201116 okunma
96 syf.
·
Not rated
Dê û Dêmarî
Egîdê Xudo, di sala 1927an da li gundê li nehiya Aparanê, komara Ermenistanê hatiye dinyayê. Wî dibistana pêşîn û navîn li gundê xwe xwendiye û paşê Enstîtuya pedagojiyê xilas kiriye. Paşê jî bûye dîrektorê dibistana gund. Egîdê Xudo sala 1999an da, di 72 salîya xwe da koça dawiyê kiriye. Egîdê Xûdo Kurdek ji Kurdên dewleta Rûsya' ya Sovyetê
Dê û Dêmarî
Dê û DêmarîEgide Xudo · Nubihar Yayınları · 201626 okunma
Reklam
29 öğeden 1 ile 10 arasındakiler gösteriliyor.