(Wextê sî û çar deng, bûn siyeke sor, welatekî vegirtin, ji dilê min hat helbestekê lê bikim,
min lê nekir; ger min lêkira ê dilê min rihet bûya; siya sor, her ma li ser dilê min! 02.11.2012)
dihatin bi karwanî
bi dengên zîz, bi dilên ezîz
li malan, li ser lêvan
peyv sivik, hevok rengîn bûn…
wext bû,
ew ê bihatana
li ser dilê wan
gotinên gulgolînî…
ro bi bask bû
belekiyên berfê, bi xwînê re, diheliyan!
zeman,
bi navê “dîroka meytên sar” bi nav dibû…
yên ku kefîla dengan bûn
dengên xwe dan asîman;
dê, keç, yar man bê silav…
dê;
kefîl e
dê;
deng e
dê;
bask e
ber bi dilê xwe ve...