Ka werin em dewlemendiya Kurdî, bi mînakekî hêsan bibînin.
Hevok: "Yanıma gel ve konuşalım."
Em pêşî vê hevokî 2 kerî bikin.
Hevokên me êdî bûn "Yanıma gel."(1) "Konuşalım."(2)
Pêşî em bi Tirkî bifikirin.
Em dikarin hevoka 1 bi wan forman da binivîsin:
Yanıma gel, yakınıma gel, yamacıma gel.
Hevoka 2:
Konuşalım, sohbet edelim.
(Ew qas tê bîra min. Ger hûn dixwazin jê zêde bikin, ji kerema xwe şîrove bikin.)
Hevoka yekem, me 3 forman da nivîsî.
Hevoka duyem, me 2 forman da nivîsî.
3x2=6
Zimanê Tirkî da em dikarin vê hevokê bi 6 awayên cûda binivîsin.
Em Kurdî bifikirin,
Em dikarin hevoka 1 bi wan forman da binivîsin:
were cem min, were kêleka min, were tenişta min, were keviya min, were rex min, were hinda min, were bal min, were ba min, were nik min, were tenga min, were tengala min, were def min, were rû min, were hêla min, were dev min, were teêla min, were gel min, were rav min, were lalê min, were def min.
Em dikarin hevoka 2 bi wan forman da binivîsin:
Em biaxivin, em bipeyivin, em xeber bidin, em qise bikin.
Hevoka yekem, me 20 forman da nivîsî.
Hevoka duyem, me 4 forman da nivîsî.